Reyn
Çemê Reyn | |
Çemê Reyn pêşiya bajarê Düsseldorf (Almanya)
| |
Cih | |
Herêm | Rojavayê Ewropayê |
---|---|
Dewlet | Swîsre, Awistriya, Fransa, Almanya, Liechtenstein û Holand |
Taybetî | |
Dirêjayî | 1.320 km |
Tejane | 185.000 km2 |
Debî | 2.300 m3/s |
Robar | |
Milên wê | Neckar, Main, Mosel, Lahn, Sieg, Ruhr û Lippe |
Cihderk | Tomasee, Surselva, Grisons, Swîsre |
- Bilindayî | 2.346 m |
- Koordînat | 46°37′57″Bk 8°40′20″Rh / 46.6325°Bk 8.672222°Rh |
Dev | Hoek van Holland |
- Cih | Rotterdam, Holand |
- Bilindayî | 0 m |
- Koordînat | 51°58′52″Bk 4°04′54″Rh / 51.981111°Bk 4.081667°Rh |
Nexşe | |
Çemê Reyn
| |
biguhêre |
Rên an jî Reyn[1] (bi romanş: Rain, bi almanî: Rhein, bi îtalî: Reno, bi fransî: Rhin, bi holendî: Rijn, bi latînî: Rhenus; peyveke ji hind û ewropiya kevin reie- bi wateya herikîn e), yek ji çemên herî dirêj ên Rojavayê Ewropayê ye.
Reyn li çiyayên Alpê yên Swîsreyê dizê; ji avên kaniya sereke Vorderrhein, li Tomasee/Lai da Tuma (Surselva, Grisons) û avên kaniya Hinderrhein a qeşayiya Paradies, li Grisonsê pêk tê. Avên her du kaniyan li Reichenau (Tamins) dikevin hev, dibin çemê Rên.
Di gola Bodenê ve diherike, dû re nêzîkî Schaffhausenê sûlavên Reynê çêdibin. Ev sûlav 23 m bilind in. Reyn di Swîsre, Fransa, Almanya û Holandê ve diherike, digihêje Deryaya Bakurî. Devê çemê Reynê jî li Hoek van Holland, Rotterdama Holandê ye.
Bajarên mezin mîna Basel, Strasbourg, Karlsruhe, Mannheim, Bonn, Köln û Rotterdamê ber çemê Rayn hatine avakirin. Rên ji bo çalakiyên bazirganî û danûstendinê jî gelek giring e.
Milên çemê Reynê yên herî mezin Neckar, Main, Mosel, Lahn, Sieg, Ruhr û Lippe ne.
Galerî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]-
Vorderrhein, cihê zana Reynê ye.
-
Sûlavên Reynê, nêzîkî bajarê Schaffhausen, Swîsre.
-
Bajarê Köln ber çemê Reyn, Almanya.
-
Devê çemê Reynê li Holandê, ji esmên.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Wîkîpediya bi zimanê îngilîzî (29.08.2011).
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |