Schindler's List (fîlm)
Ev gotar sêwî ye. Ti girêdanên li ser vê gotarê tine. (çiriya pêşîn 2024) |
Schindler's List
| |
---|---|
Logoya Schindler's List | |
Welat | |
Ziman | Inglîzî |
Derhênerê gerînende | |
Senaryonivîs | |
Awazçêker | |
Hilberîner | |
Şîrketa hilberîner | |
Lîstikvan |
|
Mawe | 195 deqîqe |
Dema weşandinê | 15 kanûna pêşîn 1993, 4 adar 1994, 3 adar 1994, 1993 |
Şêwe | Fîlmê şerî, fîlmê biyografîk, fîlmê bi drama, fîlmê li ser bingehên rastiyê hatî çêkirin, fîlmê dîrokê, war drama û historical drama film |
Mijara sereke | Şerê cîhanî yê duyem, Holokost, karê mecbûrî, Oskar Schindler û xelaskirina cihûyan ji Holokostê |
Karekterên wê | |
Dewra çîrokê | |
Cihê çîrokê |
|
Gerdûna honakî | |
Xelat |
|
Malper | www |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Schindler's List (bi kurdî tê wateya Lîsteya Schindlerî) fîlmeke dirêj a amerîkî ye ku di sala 1993an de ji hêla Steven Spielberg ve hate çêkirin û derhêner kirin. Senaryo ji romana Thomas Keneally ya bi heman navî hatiye girtin û li ser bûyerên rast hatiye çêkirin. Lîsteya Schindlerî, tevliheviyek ji jînenîgarî û fîlmeke dîrokî ye û di dema Holokostê de derbas dibe. Çîrok qala karsazê alman Oskar Schindler, endamê NSDAP, dike û nîşan dide wî ka çawa 1.100 cihû di kargehên xwe de daye xebitandin, da ku wan ji sirgûnkirin û kuştina li kampa komkirinê ya Auschwitz-Birkenau xilas bike.
Çîrok
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Fîlm li Krakówê (Polonya) dest pê dike, li bajarê ku Schindler kargehekê vedike. Ji ber ku Schindler dixwaze bi kargeha xwe gelek pere qezenc bike, karkerên cihû dide xebitandin, ji ber ku ew gelekî erzan in. Di despêkê de qedera cihûyan xem nake û ji jiyanê û feydeyên nasyonalsosyalîzmê kêfxweş dibe.
Nazî dest bi çewsandina cihûyan dikin û wan sirgûnê gettoyan dikin. Schindler û hesabkarê cihû Itzhak Stern hevdû nas dikin û Stern alîkariya wî dike, da ku kargehê birêve bibe. Schindler gava ku muameleya hovane ya li dijî gelê cihû dibîne, dikeve nav hestên sûcdariyê. Lewma Schindler biryar dide ku hin xebatkarên xwe biparêze. Ji bo ku xebatkarên xwe ji mirinê rizgar bike, wan ji naziyan dikire û lîsteyek bi navên ku jê re dibêjin "Lîsteya Schindlerî" diafirîne û saya vê lîsteyê gelek cihûyan ji kampên komkirinê rizgar dike.
Lê rewş her ku diçe xeternaktir dibe. Schindler ji bo parastina karkerên xwe jiyana xwe jî dixe xeterê û bertîl dide efserên nazî, da ku kargeha xwe bixebitîne. Di heman demê de metirsiya li ser cihûyan her roj zêdetir dibe.
Dilê Schindler bêtir û bêtir bi gelê cihû re dişewite û kargeha wî ji gelekan re dibe wargeheke ewle. Ew êdî qîmeta jiyanê û neheqiya çewsandinê dibîne û saya lîsteya ku her ku diçe dirêjtir dibe, bêtir mirov xilas dike.
Di dawiya şer de, Schindler gelek jiyan xilas kir, lê ji ber ku nazî di şer de winda kirine û ew jî hevkariyê bi wan re dikir, ew neçar dimîne ku bireve. Kiryarên wî piştî şer derdikevin holê û gelek kesên rizgarbûyî ji bo wêrekiya wî spasiya wî dikin. Schindler wek lehengek tê qebûl kirin û çîroka wî berevajiya qencî û xerabiyê nîşan dide. Fîlm bi merasîma cenazeyê ya rastîn a Schindler bi dawî dibe: Cihûyên ku saya wî hatine xilas kirin serdana gora wî kirin û wek nîşana rêzgirtinê keviran datînin.
Peyama fîlmê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Lîsteya Schindlerî behsa dilovaniya mirovan dike. Ew hovîtiyên Holokostê tîne bîra me. Çîrok hêza kesane ya ku cûdahiyek çêbike tîne bîran û wêrekiya Schindler îro jî îlhamê dide nifşên pêşerojê.