Sherlyn Chopra
Karê berfirehkirina vê gotarê hê jî berdewam e dibe ku ji ber vê yekê di naveroka gotarê de pêwistiya sereraskirinan hebe. Ji bo berfirehkirina vê gotarê tu dikarî bi bikarhêner a ku li ser gotar dixebite re pêwendiyê pêk bînî û alîkariya berfirehkirina vê gotarê bikî. Ji kerema xwe re vê şablonê rake, heke di maweya heft rojan de tê de ti guherîn tine be! Heke karê te bi vê rûpelê re xilas nebûbe ji kerema xwe re şablona {{tê guhartin}} bi kar bîne! Ev gotar herî dawî ji aliyê Avestaboy (gotûbêj| beşdarî) ve berî 11 mehan hatiye guhartin. (Rojane bike) |
Sherlyn Chopra | |
---|---|
Jidayikbûn | 11ê sibata 1983an |
Perwerde | Dibistana Bilind a Keçan a Stanley |
Pîşe | Lîstikvan ,model |
Salên çalak | 2002-roja me |
Bejn | 1,73 m (5 ft 8 in)[1] |
Sernav | Miss Andhra |
Malper | sherlynchopra |
biguhêre |
Sherlyn Chopra (jdb.1983 an jî 1984 li Haydarabad,Hindistan) lîstikvan û modeleke hindistanî ye ku di fîlmên bi hindî, telugû û tamîlî de bi taybetî di rolên wêrek de xuya bûye.Rola wê ya yekem di sala 2020an de di fîlma amerîkî Beeper de bû.[2] Di tîrmeha 2012an de Chopra bala medyayan kişand piştî ku ew bû yekem jina hindistanî ku ji bo kovara Playboy ya amerîkî tazî derket û wek "Efsaneya Bollywoodê" hate binavkirin.[2][3][4] Wêne piştî du salan hatin weşandin.[5] Dûv re ew ji bo pêşkeşkirina sezona şeşem a pêşandana MTVê Splitsvilla hate hilbijartin.[6][7] Di kanûna pêşîn a 2013an de, wê strana xwe ya muzîkê ya bi sernavê "Bad Girl" derxist.[8] Ew di sala 2009an de di pêşandana rastîn a Bigg Bossê de beşdar bû.[9]
Jiyana berî
Chopra li Haydarabad, Hindistan wek keça bavekî xiristiyanê pencabî û dayikeke misilman a faris ji dayik bû.[10][11]Bavê wê yê rehmetî (2005) bijîjk û diya wê kozmetîker bû. Xwişkek wê heye ku wekî pêşkêşvan dixebite û birayek piçûktir ku li Zelendaya Nû wekî teknîker dijî. Li malê malbata wê bi hindî, înglîzî û urdû diaxiviyan û carekê endamên çalak ê Dêra Metodîst bûn, li wir ew qas oldar bû ku di cih de bi dilê xwe Zebûr 119 bi devkî li ber civatê dixwend.[12][13] Ew beşdarî Dibistana Bilind a Keçan a Stanley bû, ku li wir xwendekarek xebathez bû, hevalên wê tune bûn û wek heyrana xwendinê dihat hesibandin. Wê ji dibistanê wek ya herî baş mezûn bû. Piştre ew li Zanîngeha Saint Ann's ji bo Jinan li Sikanderabadê hate pejirandin. Di sala 1999an de, ew wek Miss Andhra hate tackirin û wisa bala wê ji bo pîşesaziya şahiyê kişiya. Li gorî Chopra têkoşîna xebata dirêj bû sedema îstîsmara zayendî ya wê di pîşesaziyê de, di dawiyê de ew bû yek ji dengên bihêz ên tevgera "Me Too" li Hindistanê.[14][15]
Kariyera wê
Fîlmnîgarî
Fîlm
Sal | Sernav | Rol | Ziman | Nîşe |
---|---|---|---|---|
2002 | Vendi Mabbu | Divya | Telegû | |
University | Tamîlî | |||
Beeper | Indian nanny | Înglîzî | ||
2005 | A Film by Aravind | Nirupama | Telugu | Yekem rola wê di fîlmek bi zimanê telegû |
Time Pass | Jenny | Hindî | ||
Dosti: Friends Forever | Leena Bharucha | Hindî | ||
2006 | Jawani Diwani: A Youthful Joyride | Mona | Hindî | |
Something Special | Mona | Telegû | ||
Naughty Boy | Sonia | Hindî | ||
2007 | Game | Tina | Hindî | |
Raqeeb | Hindî | |||
Red Swastik | Anamika/Zeenat | Hindî | ||
2009 | Dil Bole Hadippa! | Sonia Saluja | Hindî | |
2014 | Kamasutra 3D | Kamaa Devi | Înglîzî | Hê ne qediyaye[16] |
2016 | Wajah Tum Ho | Item Number | Hindî | Di strana "Dil Mein Chhuppa Loonga" de xuyangiya taybetî[17] |
2017 | Maya | Maya | Hindî | Kurtefîlma ku wê derhêneriya wê kiriye, nivîsandiye û hilberandiye |
2018 | Chameli | Chameli | Hindî |
Televîzyon
Sal | Name | Rol | Nîşe | Ref |
---|---|---|---|---|
2009 | Bigg Boss 3 | Pêşbir | [18] | |
2013 | MTV Splitsvilla 6 | Pêşkêşvan | Li gel Nikhil Chinapa | [19] |
Muzîk
Sal | Albûm | Track |
---|---|---|
2007 | Outrageous | Outrageous |
Dard | ||
U Gimme Fever | ||
Pehli Nazar | ||
Karle Pyaar | ||
Tere Bin | ||
Outrageous - Remix | ||
2011 | Dard-E-Sherlyn | |
2014 | Bad Girl ft. Ikka | |
2019 | Tunu Tunu ft. Vicky & Hardik | |
Vote Daal | ||
KATAAR |
Çavkanî
- ^ "Sherlyn Chopra on Playboy".
- ^ a b Crilly, Rob (25 tîrmeh 2012). "Bollywood star becomes first Indian to pose for Playboy". The Telegraph (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 6 çiriya paşîn 2023.
- ^ "Sherlyn Chopra shoots for Playboy" (bi îngilîzî). NDTV. 17 tîrmeh 2013. Ji orîjînalê di 26 îlon 2013 de hat arşîvkirin.
- ^ "Sherlyn Chopra goes Naked to ride on Horseback" (bi îngilîzî). Bihar Prabda. 20 îlon 2013. Ji orîjînalê di 25 îlon 2013 de hat arşîvkirin.
- ^ "Sherlyn Chopra's Playboy photoshoot pics finally out". India Today (bi îngilîzî). 14 tebax 2014. Roja gihiştinê 6 çiriya paşîn 2023.
- ^ "Sherlyn Chopra to host the sixth season of MTV Splitsvilla". IBN Live. 2013-04-23. Ji orîjînalê di 2013-04- de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 2013-04-13.
{{cite news}}
: Nirxên tarîxê kontrol bike:|archive-date=
(alîkarî) - ^ "Sheryln Chopra heats up Splistsvilla". The Times of India (bi îngilîzî). 14 gulan 2013. Roja gihiştinê 6 çiriya paşîn 2023.
- ^ "Sherlyn Chopra's new Music Video Bad Girl goes Viral". Biharprabha News (bi îngilîzî). 4 kanûna paşîn 2014. Roja gihiştinê 6 çiriya paşîn 2023.
- ^ "Sherlyn Chopra evicted from Bigg Boss". bollywoodmantra.com (bi îngilîzî). 30 çiriya pêşîn 2009. Ji orîjînalê di 24 adar 2019 de hat arşîvkirin.
- ^ "Sherlyn Chopra". The Times of India (bi îngilîzî). 14 adar 2021. Roja gihiştinê 6 çiriya paşîn 2023.
- ^ "Sherlyn Chopra" (bi îngilîzî). Ji orîjînalê di 13 sibat 2020 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 6 çiriya paşîn 2023.
- ^ "Bollywood insult? Playboy calls Sherlyn Chopra a legend". emirates247.com (bi îngilîzî). Ji orîjînalê di 16 kanûna paşîn 2014 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 6 çiriya paşîn 2023.
- ^ "Mumbai : Mumbai actress Sherlyn Chopra says , I thank my mom for training me good and hard to be a boss babe , shared her view on Mother's day". hellomumbainews.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 6 çiriya paşîn 2023.
- ^ "Sherlyn won a beauty contest, she added as a caption "When I waz crowned Miss Andhra Pradesh.....'". Roja gihiştinê 6 çiriya paşîn 2023.
- ^ Madhumitha (18 kanûna pêşîn 2008). "Confessions of a diva". Go-nxg.com (bi îngilîzî). Ji orîjînalê di 5 çiriya pêşîn 2011 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 6 çiriya paşîn 2023.
- ^ "Kamasutra 3D is not my film: Sherlyn Chopra". Hindustan Times (bi îngilîzî). 16 tebax 2016. Roja gihiştinê 1 çiriya paşîn 2023.
- ^ "Watch: 'Wajah Tum Ho' new song 'Dil Mein Chhupa Loonga' is all about sex, only sex!". deccanchronicle.com (bi îngilîzî). 3 çiriya paşîn 2016. Roja gihiştinê 1 çiriya paşîn 2023.
- ^ "Sherlyn Chopra". biggboss.org. Bigg Boss Nau. Ji orîjînalê di 11 îlon 2018 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 1 çiriya paşîn 2023.
- ^ "Sheryln Chopra heats up Splistsvilla-". The Times of India (bi îngilîzî). 14 gulan 2013. Roja gihiştinê 1 çiriya paşîn 2023.
Girêdanên derveyî
- Malpera fermî
- Sherlyn Chopra li ser Instagramê
- Sherlyn Chopra li twitterê
- Sherlyn Chopra li ser IMDbê