Here naverokê

Şablon:GH/2025/1

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Wêneyê gotarê
Wêneyê gotarê

Gola Wanê an binavkirina herêmî Behra Wanê, goleke tektonîk a li Bakurê Kurdistanê ye ku bi teqîneke volkanîk a çiyayê volkanîk a Nemrûdê ku di serdema pêşdîrokê de qewimiye bi bendgirtina avê derketiye holê. Gol ji ava sodayî ya şor pêk tê ji gelek çemên piçûk ên ku ji çiyayên derdorê dadikevin avê werdigire. Gola Wanê yek ji çend golên endorheîk ên cîhanê ye ku rûava golê 3.000 kîlometre çargoşe rûber werdigire. Bilindahiya golê ya ji asta deryayê 1.640 metre ye. Li gel bilindahiya ji asta deryayê û germahiya navînî ya mehên zivistanê ku di bin 0 °C de ye şor bûna zêde ya ava golê bi gelemperî rê li ber cemedgirtinê digire ku tenê peravên bakur hinek caran cemed digire. Gola Wanê gola herî mezin a Kurdistanê ye û gola sodayî ya herî mezinê cîhanê ye. Ji ber ava şor a sodayî ya golê cihêrengiya biyolojîk a golê sinorkirî ye (zêdetir...)