Prison Break
Prison Break | |
---|---|
Cure | Aksiyon, drama |
Senarîst | Paul Scheuring |
Lîstikvan | Dominic Purcell Wentworth Miller Sarah Wayne Callies Amaury Nolasco Wade Williams Robert Knepper Chris Vance Robert Wisdom Danay Garcia Jodi Lyn O'Keefe William Fichtner |
Muzîka vebûnê | Ramin Djawadi |
Welat | DYA |
Hejmara sezonan | 5 |
Hejmara beşan | 79 + 2 Beşa Taybet |
Rêveberên hilberîneriyê | Marty Adelstein Neal H. Moritz Dawn Parouse Brett Ratner Paul Scheuring Matt Olmstead Kevin Hooks Michael Pavone |
Edîtor | Etienne Des Lauriers Scott Eilers Eric Seaburn Warren Bowman Kaja Fehr James Coblentz |
Cih | Chicago Joliet, Illinois Toronto Dallas, Teksas Panama City, Panama Pensacola, Florîda Los Angeles, Kalîforniya |
Kanal | FOX |
Formata wenê | 480i (SDTV) 720p ve 1080i HDTV |
Weşana ewilî | 29ê tebaxê 2005an |
Weşana dawiyê | 15ê gulanê 2009an |
Bernameyên têkilîdar | Breakout Kings |
biguhêre |
Prison Break (bi kurdî: Ji Zindanê Revîn), rêzefilmeke aksiyonê ya amerîkî ye. Senaryo ji aliyê Paul Scheuring ve hatiye nivîsîn û di sala 2005an de di kanala FOXê de hate weşandin.
Di rolên sereke ya rêzefîlmê de Wentworth Miller, Dominic Purcell, Sarah Wayne Callies û Amaury Nolasco cih digire. Sezona ewil - ko ji 22 beşan pêk tê - li DYAyê di 29ê tebaxê 2005an de ser kanala FOXê dest bi nîşandanê hate kirin
6ê tebaxê 2015an de ji aliyê kompanyaya çêker ve derketina sezona pêncem hate piştrastkirin. Û hate ragihandin ku wê ji 10 beşan pêk bê.[1]
Sezonên rêzefîlmê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Sezona 1ê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Di vê sezonê de Lincoln Burrows bêsûc ji îdamê re tê mahkûmkirin, û ji aliyê birayê wî Michael Scofield ve ji girtîxaneyê tê revandin. Michael ji bo ku kekê xwe ji girtixaneyê xilas bike sûcekê sexte dike. Û dike ko wî bi kekê wî re bixin heman girtîxaneyê. Girtîxaneyê eyaletê a Fox River li Chicagoyê ye. Her wiha Michael endezyarê avahiyê ye. Michael, di rêzefîlmê de bi zîrekiya xwe balê dikişîne ser xwe, nexşeya girtîxaneyê ji pişt û milên xwe re bi şîfreyek veşartî ser leşa xwe deq dike. Bi saya vê deqê li ser laşa wî carcaran hinek aloziyên biçûk derketibe jî kekê xwe ji girtîxaneyê direvîne.
Sezona 2ê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Ev sezon bi 8 seet piştî revînê dest pê dike. Gardiyana bi navê Brad Bellick ji bo ku wana bigre û xelatê bistîne dikeve peyî wan. Ajana federal Alex Mahone jî di pey wan de ye, lê ew ji bo The Company (Kompanya)yê dişixule û dixwaza revoka bikuje. Revok dixwazin bikevin peyî 5 milyon dolarê ku li girtîxaneyê ji D. B. Cooperê cihê wî hîn kiribûn. Pare tê dîtin û ji aliyê T-Bag ve tê revîn. Lê T-Bag pareyê wextekê dirêj nikare bipareze û dîsa ji dest wî diçe û lihevçûnûhatin bi vî awayî didome. Mehkûm her wiha bi revînê re jî mijûl dibin. Hinek ji wan direvin Panamayê û li wir tên girtin. Wan dixin Girtîxaneya Sonayê.
Sezona 3ê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Ev beş li Girtîgeha Sonayê (li Panamayê) - ku Michael û T-Bag reviyabûn wir - dest pê dike. Li vê girtîgehê rêzik pir cuda ne. Li vê girtîgehê gardiyan tine û leşker li derdorê ne. Ji bo ku mehkûm, gardiyana wek rehîneyê hilda ne, leşker derdora girtîgehê têla direhi kişandinê û derdora wî girtine. Girtîgeha Sonayê wek cehennemê ye; li wir sîstema edaletê ya Lecheroyê derbasdar e. Ku di navbera du kesî de alozîyek hebe derdikevin duelloyê û heta ku yekî ji wan mir qirên dikin. Micheal Scofield wextê ku plana revînê dikir dît ku leşker ji Girtîgeha Sonayê - ku pir kevn e - derketina derve a mirovekê na mişkekê ku di nav têla da yê jî yekser pê derdixin û wê dikujin. Wezîfeyek Scofieldê heye, kurê kekê wî di dest The Company (Kompanya)yê de ye û ji Scofieldê dixwazin ku ji Girtîgeha Sonayê yekî birevîne derve. Ji Sonayê direvîn û sezona 4ê dest pê dike.
Sezona 4ê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Bi hînbûna Scofield ku Sara nemirîye dest pê dike û 22 beş didome. Di vê sezonê de ekîba ku ajan Don Self çêkirîye, dixwaza ku dîska bi navê Scylla - ku wek kitêba reş a rêkxistin tê zanîn - bi dest bixe. Di vê dîskê de agahiyên pir taybet henin. Ji ber vê yekê wê di vê rêyê de pir kes tê bikoşin. A rastî, diya Scofieldê nemirîye û di sezona 4ê de rol digire. Bi fîlma "Prison Break: The Final Break" (Ji Zindanê Revîn: Revîna Dawî) diqede.
Beşên rêzefîlmê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Sezon | Tevahiya beşan | Weşana beşa ewil | Weşana beşa dawî |
---|---|---|---|
Sezona 1ê | 22 | 29ê tebaxê 2005an | 15ê gulanê 2006an |
Sezona 2ê | 22 | 21ê tebaxê 2006an | 2ê nîsanê 2007an |
Sezona 3ê | 13 | 17ê îlonê 2007an | 18ê sibatê 2008an |
Sezona 4ê | 22+2 (Beşa Taybet) | 1ê îlonê 2008an | 15ê gulanê 2009an |
Agahiyên weşana navneteweyî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Welat | Kanal | Dîroka nîşandana ewil | Saetê weşanê |
---|---|---|---|
DYA | Fox | 29ê tebaxê 2005 | Duşem, 20.00 ET |
Kanada | Global Television Network | 29ê tebaxê 2005 | Duşem, 20.00 ET |
Rojhilata Navîn | TV Land (Alahob-ı Yamdik-i Müslim) | 14ê kanûna pêşîn 2005 | Çarşem, 21.00 |
Norwêc | TV3 (Viasat) | 5ê kanûna paşîn 2006 | Pêncşem, 21.30 |
Şablon:ENG | Five | 23ê kanûna paşîn 2006 | Duşem, 22.00 |
Awistralya | Seven Network | 1ê sibatê 2006 | Çarşem, 20.30 |
Filîpîn | Crime/Suspense | 21ê sibatê 2006 | Sêşem, 22.00 |
Tirkiye | CNBC-e - Star TV | 9ê hezîranê 2009 | Sêşem, 23.10 |
Îsraêl | yesYıldız | 8ê adarê 2006 | Çarşem, 22.20 |
Holenda | RTL 5 | 16ê adarê 2006 | Pêncşem, 21.30 |
Danîmarka | TV3 (Vasat) | 19ê adarê 2006 | Yekşem, 20.00 |
Îndonezya | Antv | 7ê nîsanê 2006 | Yekşem, 12.00 WIB |
Malezya | 8TV (Malezya) | 10ê nîsanê 2006 | Duşem, 22.30 |
Îrlenda | Radio Telefís Éireann-RTE | 20ê hezîranê 2006 | |
Fransa | Métropole 6 (M6) | 31ê tebaxê 2006 | |
Şablon:SPA | Fox | 4ê îlonê 2006 | Duşem, 21.30 |
Lîstikvan û karakterên rêzefîlmê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Lîstikvan | Karakter | Sezon | Hejmara Beşan |
---|---|---|---|
Wentworth Miller | Michael Scofield | 1-2-3-4 | 79 |
Dominic Purcell | Lincoln "Linc" Burrows | 1-2-3-4 | 79 |
Sarah Wayne Callies | Doktor Sara Tancredi | 1-2-3-4 | 79 |
Robin Tunney | Veronica Donovan | 1-2 | 23 |
Paul Adelstein | Ajan Paul Kellerman | 1-2-4 | 46 |
Robert Knepper | Theodore "T-Bag" Bagwell | 1-2-3-4 | 79 |
Amaury Nolasco | Fernando Sucre | 1-2-3-4 | 79 |
William Fichtner | Ajan Alexander Mahone | 2-3-4 | 57 |
Rockmond Dunbar | Benjamin Miles "C-Note" Franklin | 1-2-4 | 40 |
Chris Vance | James Whistler | 3-4 | 14 |
Peter Stormare | John Abruzzi | 1-2 | 20 |
Wade Williams | Serpel Brad Bellick | 1-2-3-4 | 67 |
Marshall Allman | Lincoln 'LJ' Burrows, Jr. | 1-2-3 | 44 |
Danay Garcia | Sofia Lugo | 3-4 | 15 |
Robert Wisdom | Lechero | 3 | 13 |
Jodi Lyn O'Keefe | Gretchen Morgan | 3-4 | 35 |
James Hiroyuki Liao | Roland Glenn | 4 | 7 |
Michael Rapaport | Ajan Don Self | 4 | 22 |
Xelat
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Xelatên stendî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- 2007 Australian Film Institute
- Aktora Herî Baş - Dominic Purcell
- 2006 People's Choice Award
- Favorite New TV Drama
- 2006 American Latino Media Arts Awards
- Televizyon Komedi ve Drama Dalında En İyi Çıkış Yapan Yönetmen - Jesús Salvador Treviño
Namzetî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- 2008 American Latino Media Arts Awards
- Di Şaxa Dramayê Televizyonê de Aktora ku Bilindbûna Herî Baş Kir - Amaury Nolasco
- 2007 Motion Picture Sound Editors, USA
- Di Rêzefîlmên Televizyonê de Tertîbkirina Dengê ya Herî Baş - Ramin Djawadi
- 2006 Golden Globe Award (Xelatên Gerdûna Zerrîn)
- Di Şaxa Dramayê de Rêzefîlma TVyê ya Herî Baş
- Rêzefîlma TVyê ya Dramayê Lîstikvanê ku Performansa herî baş nîşan Da - Wentworth Miller
- 2006 Eddie Award
- Best Edited One-Hour Series for Commercial Television - Mark Helfrich
- 2006 Saturn Award (Xelatên Saturnê)
- Aktorê Herî Baş - Wentworth Miller
- Best Network Television Series
- 2006 Television Critics Association Award
- Rêzefîlma TVyê ya Herî Baş
- 2006 Emmy Award (Xelatên Emmy'yê)
- Outstanding Main Title Theme Music - Ramin Djawadi
Girêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ Andreeva, Nellie (6 tebax 2015). "'Prison Break' Sequel Limited Series A Go At Fox". Deadline.com. Roja gihiştinê 6 tebax 2015.