William Henry Harrison
William Henry Harrison | |
---|---|
Jidayikbûn | 9 sibat 1773 |
Mirin | 4 nîsan 1841 Qesra Spî |
Sedema mirinê | Sedemên sirûştî |
Cihê goristanê | William Henry Harrison Tomb State Memorial |
Hevwelatî | Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê |
Perwerde | |
Pîşe | |
Meqam |
|
Partiya Siyasî | |
Hevjîn | |
Zarok | |
Dê û bav | |
Xelat | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
William Henry Harrison (jdb. 9ê sibata 1773an li Charles City County, Virginia; m. 4ê nîsana 1841ê li Washington D.C.) generalekî amerîkayî bû ku sala 1841ê, bû nehem serokdewletê DYAyê.
Jiyan
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]William Henry Harrison, li Colony of Virginiayê di malbateke cotyar û siyasetmedar de çavên xwe vekiriye. Bavê wî Benjamin Harrison îmze avêtibû danezana serxwebûnê ya sala 1776ê û di nava salên 1781-1784ê de parêzgarê Virginiayê bûye. Bo demekê kurt bijîşkî xwendiye, tevlî artêşa DYAyê US Armyyê bûye (1791). Li dijî kevnexwediyên Amerîkayê, Îndiyaniyan şer kiriye. Li bajarokan parêzgarî yan burokratî kiriye. Sala 1800ê ji aliyê serokwezîr John Adams ve dibe parêzgarê herêma kevnexwedî Îndiyaniyan.
Parêzgarê Çermesoran (Îndiyanî)
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Bajarê Vincennes dike paytextê herêmê. Berê Îndiyaniyan re dijmin, lê diviyabû îcar jî dostiyê bike. Lewra dewletê jê dixwest ku wan qanî bike daku çermespî werin li herêmê bicih bibin. Geh aramî, geh pevçûn dibû. Harrison di riya xapandinê de bisernakeve, dîsa şer û qirkirina Îndiyaniyan destpê dike. Di 7ê çiriya paşîn a 1811an de Têkçûna yan Şerê Tippecanoeyê pêk tê. Di bin fermandariya Shawnee, Tecumseh û birayên wî Tenskwatawa de hêzên çermespiyan dişkên, vedikişin. Ji rûbara Ohio River û golên mezin herêm ji çermespiyan tê pakijkirin.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Peter Schäfer: Die Präsidenten der USA in Lebensbildern. ISBN 3-222-12216-4 Verlag Styria, Graz 1993. (almanî)