Zimanê sîlezî
Sîlezî an jî zimanê şîlezî (bi sîlezî: ślůnsko godka, ślůnski, carina jî pů našymu) zimanê xelkê herêma Sîlezyaya Jorîn a Polonyayê ye. Li Çekya û Almanyayê jî tê axavtin. Li gor mirovjimêriya Polonyayê ya sala 2011an li dor 509.000[1] kesan zimanê sîlezî wek zimanê xwe yê zikmakî dan zanîn. Sîlezî nêzîkî zimanê polonî ye, ji bo vê yekê ji layê gelek zimannasan ve wek zaravayekî polonî tê hesibandin.
Alfabeya sîlezî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Yek alfabeya sîlezî tune ye. Sîlezîaxêv, bi giştî, zimanê xwe bi tîpên polonî dinivîsin. Lêbelê, di sala 2006an de alfabeya sîlezî ya nû hate sazkirin. Ev alfabe ji deh awayên nivîsînê yên cuda cuda pêk dihêt. Bi pirranî, li ser înternetê û li Wîkîpediyayê jî tê bikaranîn.
Aa Bb Cc Ćć Čč Dd Ee Ff Gg Hh Ii Jj Kk Ll Mm Nn Ńń Oo Pp Rr Řř Ss Śś Šš Tt Uu Ůů Ww Yy Zz Źź Žž
Çend dîgraf jî hene: Ch Dz Dź Dž.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ Narodowy Spis Powszechny Ludności i Mieszkań 2011. Raport z wyników - Central Statistical Office of Poland
Girêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Wikipediaya silesî
- Nûçeyên bi silesî
- Pů našymu – djalykt ślůnski kodyfikowůny Girêdana arşîvê 2008-07-14 li ser Wayback Machine
Ev gotara têkildarî zimên şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |