Here naverokê

ê

Bê kategoriya rêzimanî
Ji Wîkîferhengê

Bilêvkirin

[biguhêre]

Tîp

[biguhêre]

ê (girek Ê)

  1. Heftem tîpa û sêyem dengdêra alfabeya kurdî ye û nîşana dengek dirêj e.

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Unicode

[biguhêre]
Unicode Koda HTMLê Tex
U+00EA ê an ê an jî ê \^{e}

Têkildar

[biguhêre]

Mane

[biguhêre]

ê (cureyê peyvê?)

  1. Li şûna peyvên yekjimar yên zayendnêr yên diyar.
    Ê min giran eBarê min giran e.
  2. Li şûna navdêrên zayendnêr daku navdêr neyê dubarekirin.
    Kar ê wan eKar karê wan e.
  3. Dikeve navbera du diyarkeran yên ku li peyvek yekjimar ya zayendnêr tên.
    Saqoyê reş ê li erdê.
  4. Li şûna "ew tiştê (ku)".
    Ê wî got, me ji mêj ve dizanîEw tişt, yê ku wî got, me ji mêj ve dizanî.
  5. Ji çend kesan yan tiştan yekî diyarzayendnêr
    Du kurr bûn. Ê bejndirêj pirçreş bûDu keç bûn. Keça bejndirêj pirçreş bû.
    Sê kes bûn: yek mîr, yek kurrmîr û yek jî xulam. Navê ê xulam Xelîl bû.Navê xulamî Xelîl bû.
  6. Peyvikek alîkar dikeve gel lêkerên tewandî û diyar dike ku bûyerek dê di pêşerojê anku dema bêt de biqewime.
    Hevmane: ,
    Ez ê sibê biçim.
    Ew ê sala bêt bigihe vir.
    Dema mezin bibî, tu ê ji bîr bikî.
  7. Peyvikek e tê gotin dema kesa/ê diaxive piçekê radiweste û difikire berî ku axiftina xwe bidomîne.
    Navê wî... êêê... Azad bû, ...êêê, ... kurrê Ehmedî bû.
  8. Peyvikek e kesa/ê guhdar dibêje bi armanca diyarkirina hindê ku guh dide axiftinê yan dixwaze kesa/ê diaxive gotina xwe bidomîne.
    – Ez çûm Kurdistanê...
    – Êêê...
    – Û li gelek bajarran gerriyam.
  9. Di hin devokan de dikeve pey kirdeyên anku subjeyên yekjimar yên zayendnêr û wateya berdewamiya kirinê didiyê.
    Cemal ê dinivîse.Cemal aniha / vê gavê / vê kêlîkê dinivîse.
    Ez ê dixwim.Ez li ser xwarinê me. = yê dibêje kurr / zelam e
    Tu ê dixwînî.Tu tam vê bîskê / kêlîkê dixwînî. = yê dixwîne kurr / zelam e
    Ew ê dibêje.Ew aniha dibêje. = yê dibêje nêr e
  10. Di hin devokan de lêkera "bûn" di rewşa yekjimar ya dema nihoyî de bo kirdeyên yekjimar yên zayendnêr dide.
    Azad ê li malê.Azad li malê ye.
    Ez ê li malê nînim.Ez ne li malê me.
  11. Di hin devokan de di dema borî ya dûdar de li bireserên (objeyên) yekjimar yên zayendnêr zêde dibe.
    Min ew qapût ê kirriye.Min ew saqo kirriye.
  12. Di hin devokan de li şûna "Î" ya forma dema nihoyî ji lêkera bûn bo cînavê duyemyekjimar.
    Tu çawan ê.Ew çawan î

Bide ber

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

Bi maneya "ê ku, yê ku" ji proto-hindûewropî *éy, hevreha avestayî 𐬫𐬋(), sanskrîtî यद् (yád), yûnaniya kevn ὅς (hós), (hḗ), (), latînî ea, id, is, îngilîzî the, almanî er, slavoniya kevn ижє (iže), єижє (eiže)...

Werger

[biguhêre]

Cînav

[biguhêre]

ê

  1. wan, ew (pirrjimar)