Here naverokê

-in

Ji Wîkîferhengê

Paşgir

[biguhêre]

-in

  1. Paşgirek e dema ji forma lêkera rader bêt avêtin rayê demên borî jê çêdibe.
    birin → bir; xwarin → xwar; avêtin → avêt; meyandin → meyand û hwd.
  2. Paşgira kesîn e bo cînavên pirjimar ger rayê dema niha yê lêkerê bi dengdarekê bi dawî bêt.
    em dikin, hûn dizanin, ew dibêjin
  3. Paşgira hinekîtiyê (paucal) anku pirrjimara nebinavkirî.
    kurd → kurdinhin kurdan
    tişt → li tiştinanli hin tiştan
    kesên xirab → kesine / kesinên xirabhin kesên xirab
  4. (devokî) Negerrguhêz ên lêkerên gerguhêz ên bi -andin çêdike.
    • Li erdê şîn bû nebat e / Pê zeyinî (hat zeyandin), zendî kinyat e — (Qewlê Afirîna Dinê)

Herwiha

[biguhêre]

Bide ber

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

Raman 1: Hevreha soranî -in, belûçî -in, zazakî -ene, farisî -en, inglîziya kevn û almanî -en ji proto-hindûewropî *-onom.

Raman 2: Ji proto-hindûewropî *h₁sénti (ew in) (ji *h₁es-), proto-îranî *-end (ew -in), hevreha -in, -n û ne (bi maneya "ew in") yên kurmancî, farisî [skrîpt hewce ye] (-end, ew -in), soranî -(i)n, ermenî են (en, ew in), latînî sunt (ew in), fransî sont (/son/, ew in), îtalî son (ew in)...
Hêjayî gotinê ye ku formên proto-hindûewropî û yên proto-îranî yên bo kesê yekem yê pirrjimar (em) û kesê duyem yê pirrjimar (hûn) ji kurdî winda bûne û forma sêyem ya pirrjimar (ew) li cihê wan jî tê bikaranîn. Bo nimûne, di farisî de forma -îm li gel peyva ma (em) û ya -îd jî li gel peyva şuma (hûn) tê bikaranîn û forma -end (hevbera "-in") ya kurdî tenê li gel îşan/anha/anan (ew/wan) tê xebitandin. Herwiha , -e û -in jî ji heman rehê *h₁es-proto-hindûewropî ne.

Raman 3: Ji hin; wek tiştek = tişt-yek, tiştin = tişt-hin.

Raman 4: Paşvesazî ji -andin.

Paşgir

[biguhêre]

-in

  1. Paşgirek e ku ji navdêrên nêr û nêtar navdêrên çêdike:
    Malerin ji (Maler+ -in)

Werger

[biguhêre]