Here naverokê

bizin

Ji Wîkîferhengê

Bilêvkirin

[biguhêre]
[biguhêre]
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî bizin bizin
Îzafe bizina bizinên
Çemandî bizinê bizinan
Nîşandera çemandî bizinê wan bizinan
Bangkirin bizinê bizinino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî bizinek bizinin
Îzafe bizineke bizinine
Çemandî bizinekê bizininan
Bizinek

bizin

  1. (guhandar) Heywaneke kedî ya guhandar û têr-mû ye.
    • Di nav kerîyê pez de bizineke nebixêr, nesitirî, ziyankar û çilek hebû, wexta kerî nêzî zevîyekî biçûya bizina ziyankar Kolê berê xwe dida zeviyê zerar didayê. — (Remo û Bizina çilek [arşîv], demacirok.wordpress.com2012)
    • Bizina pîrê çu çolê
      Lê da berf û bagerê
      Piriq derket ji malê
      He! he!...
       — (HawarBizina Pîrê, Herekol Azîzan, Nûdem, cîld 1, hj. 81932-1933, r. 3)

Zayend

[biguhêre]

Agadarî Bizin bi maneya heywana kedî ya mê peyvek zayendmê ye: bizina me, bizineke spî... Lê ew herwiha wek peyvek zayendnêr jî tê bikaranîn: Biz(i)nê me li çolê diçere. Li vê derê ew bi maneya terş e anku hem bizin û hem jî nêrî.

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Herwiha

[biguhêre]
[biguhêre]

Têkilî

[biguhêre]

Bide ber

[biguhêre]

Cûnên bizin û mihan

[biguhêre]
  • hoş, poş: bizna têkde reş û guhboz.
  • hemis, himbis: bizna reşa navçav û alekên wê gîxên spî yan sorekî vekirî pêde hatîn û binzik û dehmen spî yan sor.
  • hemdanî: cûnekî pezî ye: cûnê pezekî guhdirêj û guhpan û hirîkurt û dûngşor e.
  • çûr, çûr: cûne bizneka hûr û têrşîr û mûxelek e, mûyê wê merez e, şel û şepik jê diêne çêkirin.
  • çal: bizna hemû leşê wê reş, tenê enîya wê pinîyeka spî lê..
  • kerîs, kurrîs: miha guhên wê qut û kurtik.
  • kewîs, kewîsar, kewîser: miha leşê wê spî û navçav zîwanî pinîyên reş yan sor lê û guhên wê boz. Gelek cûn jê hene
  • riser: miha rengê navçavan di navbera reş û qehweyî de yan bi ser reşekî xwelîkî ve..
  • tebeş: Miha navçav û ser û guh pêk ve reng xwelîkî.
Çavkanî:
  • Îsmaîl Şahîn di Koma "Zimanê Kurdî" li ser Rûnameyê de, 12/2012

Gotinên pêşiyan

[biguhêre]
  • Berû da bizinê, dest avête qarçikê
  • Bizin bizin e, pêşî cihê xwe pêkol dike, dû re mexel tê
  • Bizin firot bi hefta, bezê wê kirî bi heyşta
  • Bizin ketiye derdê serê xwe, şivan ketiye derdê bezê bizinê
  • Bizin mir, girr damirî
  • Bizina kol elimiye danokan
  • Bizina kol hîn bûye daniyên sor
  • Bizina kulek û şivanê bezek (sivik) tev digehên ber derî
  • Bizina nehletî, dev lêketî
  • Bizina reş e, her roj nexweş e
  • Bizina gurî, ber dêwir tiqurrî
  • Bizinê ji mihê ra got; min ewa te dît
  • Bizinê kulek tim ê çilek e
  • Bi vî devî bi vê qûnê, here diziya bizinê
  • Dinê li dinê, çavê gur li bizinê
  • Ecela bizinê ku tê, nanê şivanî dixwe
  • Ga guherande bizinê, bizin jî guherande mirîşkê
  • Here diziya bizinê
  • Kara li şûnê, bizinê li mexelê
  • Meha adarê, av firî serê darê, bizin kalî ser karê, nîşanên biharê
  • Mî bi piyê xwe, bizin bi piyê xwe
  • Mî bi nigên xwe, bizin bi nigên xwe
  • Pişta bizinê xurî, hat nanê şivên bixwe
  • Şêwra jinan, beriya bizinan
  • Şorê mîna tira Bizina ye
  • Wek berxa ber bizinê
  • Wek bizina ku ji ber ecela xwe bireve

Etîmolojî

[biguhêre]

Hevreh soranî بزن(bizin, bizn), kurdiya başûrî bizin, lekî bizin û biz, zazakî bize, hewramî بزه‌(bize), belûçî بز‎(buz), farisî بز‎ (berê "buz", niha "boz"), tacikî буз (buz), pertî wiz, pêştûyî وز‎(wiz), pehlewî 𐮱𐮵𐮿‎ (bûz), avestayî 𐬠𐬏𐬰𐬀‎(būze, beran, ?nêrî), ermenî բուծ (buc, karik), sanskrîtî बुक्क (bukke, nêrî), îngilîziya kevn buc / bucca (nêrî), îngilîziya nû buck (heywanê nêr), almanî Bock (nêrî, heywanê nêr), holendî bok (nêrî), swêdî bock (nêrî), danmarkî buk, norwecî bukk... hemû ji proto-hindûewropî *bʰuǵ-.

Peyva îranî wek բզաք (bzakʻ) ketibû ermeniya kevn.

-in ya dawiya peyva bizin paşgireke kevnar e ku peyvan dike û belkî hevreha paşgira çalak ya almanî -in û ya ne-çalak ya îngilîzî -en be. Binêre nogin û dibe ku herwiha kîr kujin.

Çavkanî:
  • Расторгуева В. С., Эдельман Д. И. Этимологический словарь иранских языков. [Rastorguyeva V.S., Edelman D.I.: Ferhenga Etîmolojî ya Zimanên Îranî] (bi rûsî) 2000-2011, r. 191-192.
  • Horn, Paul. (1893): Grundriss der neupersischen Etymologie [Bingehê etîmolojiya farisî] (bi almanî). Strassburg r. 49.
  • Watkins, CalvertThe American Heritage Dictionary of Indo-European Roots [arşîv], Houghton Mifflin Co., 2007, çapa 2em, r. 13
  • Etymonline. Online English Etymology Dictionary. <etymonline.com> by Douglas Harper.
  • Pokorny, JuliusFerhenga etîmolojî ya hindûewropî ["Indogermanisches etymologisches Wörterbuch (bi almanî)"], Bern, 1959, r. 161

Werger

[biguhêre]
Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.
[biguhêre]

bizin

  1. Bi alfabeya latînî nivîsina بزن‎.