Tirkmenistan
Tirkmenistan (bi tirkmenî: Türkmenistan), welatekî li navenda Asyayê û Xorasanê ye ku li bakurê rojava ve bi Qazaxistan, li bakur bi Ûzbêkistan, li başûrş rojhilat bi Efxanistan, li başûr bi Îran û li rojava bi Deryaya Qezwînê re sinor e.[1] Paytext welêt bajarê Aşgabad e ku bi nifûsa a 6.5 milyon kesan bajarê herî mezinê welêt e.[2] Tirkmenistan li gorî nifûsê yek ji welatê herî biçûkên ji welatên navendî ya Asyayê ye.[3]
Türkmenistan |
||||||
---|---|---|---|---|---|---|
|
||||||
Sirûd: National anthem of Turkmenistan |
||||||
Tirkmenistan li ser nexşeyê | ||||||
Paytext | 39°Bk, 60°Rh | |||||
Zimanên fermî | ||||||
Zimanên tên bikaranîn |
|
|||||
Rêveberî | komar, pergala serokatiyê | |||||
• | Serokdewlet | Serdar Berdimuhamedow (2022–) | ||||
• | Serokwezîr | |||||
Avakirin | ||||||
• | Dema avakirinê | 27 çiriya pêşîn 1991 | ||||
• | Rûerd | 491.210 kîlometre çargoşe | ||||
Gelhe | ||||||
• | Giştî | 6.117.933 (2021) | ||||
Demjimêr |
|
|||||
Hatûçûna ajotinê | ||||||
Koda telefonê | +993 | |||||
Malper http://www.turkmenistan.gov.tm/, http://www.turkmenistan.gov.tm/_eng/ |
Etîmolojî
biguhêreNavê Tirkmenistanê (bi tirkmenî: Türkmenistan) dikare bibe du beş: etnonîm „Türkmen“ û paşgira farisî - „stan“ bi wateya "cihê" an "welat" e.[4]
Dîrok
biguhêreDîroka Tirkmenistanê ku ji hêla dîrokî ve ji gelên hind û îranî lê dijîn, dîroka nivîskî ya Tirkmenistanê bi tevlêbûna wê ji hêla Împeratoriya Hexamenişî ya Îran a Kevnar ve dest pê dike. Paşê, di sedsala 8an a PZ de, eşîrên Oxûzî ên tirkîaxêv ji Mongolya derbasî Asyaya navendî a îroyîn bûn. Beşek ji tevlîbûna bi hêz a eşîran, van Oxûzî bingeha etnîkî ya nifûsa Tirkmen a nûjen pêk anîn. Di sedsala 10an de navê "Tirkmen" cara pêşî li komên Oxûz ên ku Îslamê qebûl kirin û dest bi dagirkirina Tirkmenîstana îroyîn kirin.[5]
Wextê selcûqî
biguhêre- Gotara bingehîn: Selcûqî
Selcûqiyan navê xwe ji Selcûq Xan (dor 1000), yê ku ji Oxuzanmila Kinikan bû, di sedsala 9an de li rojhelata Gola Aral (îroj Qazaxistan, Ûzbêkistan) dijî bû, girtî bû.[6] Selcûq Xan ji pê bavê xwe Dukak Xan mir re bû kargerê Oxûzan. Di 985an de Selçûq Xan bi Xanêdana xwe ve derbaza ola Îslam bû. Selcûq Xan cara pêşin di bin kargeran Qaraxanan de bû. Çar lawên Selçûq Xan Mikaîl, Îsraîl, Mûsa û Yûnûs hê bûn.[7]
Di bin serdariya lawên Mîkaîl, Tûxrûl Beg (1038–1063) û Çaxri (1038–1060) de, Selcûqî di 1030an de ji Xorasan derketin û di 1040an de Cenga Dandanakan de Gaznawiyan bin xistin. Ji pê Tûxrûl Beg û Çaxrî Beg re dewleta Selcûqiyan bû du paran. Tûxrûl Beg rojavaya Keyîtî ji Îsfehan de, Çaxrî Beg jî ji Merw de rojhelata Keyîtî karger kir. Tûxrûl beg keyîtiya xwe li îran û îraqê fireh kir. Ji pê Bûyîdan hilwaşiyan re wî bandora xwe li ser Ebasîyan ra kir.[8]
Wextê Sovyetê
biguhêreKomara Tirkmenistanê ya Sovyet û Sosyalîst (Түркменистан Совет Социалистик Республикасы, Türkmenistan Sowet Sotsialistik Respublikasy; bi rûsî: Туркменская Советская Социалистическая Республика, Turkmenskaya Sovetskaya Sotsialisticheskaya Respublika), yek ji komarên damezrîner ên Yekîtiya Sovyetê ku li Asyaya Navîn e, ji sala 1925 heya 1991an wek komarê hebû. Destpêkê, di 7ê Tebax 1921ê de, ew wek Herêma Tirkmenî ya ASSR ya Tirkmenistanê hate damezrandin berî ku were çêkirin, di 13 Gulan 1925 de.[9]
Serxwebûn
biguhêreDi referandûma serxwebûnê ya yekê Adar 1991ê de, %99,8 dengdêran xwe dan ku di Yekîtiya Sovyetê de bimînin. Di sala 1991’an de bi hilweşîna Yekîtiya Sovyetê re, Tirkmenistan di 27ê cotmehê de bû welatekî serbixwe. Di referandûma duyemîn de ji sedî 94 erêkirina serxwebûnê derketibû.[10]
Demografîk
biguhêreSerjimara dawî ya ku hat weşandin di sala 1995 de hat kirin. Encamên her serjimartinê ji wê demê ve veşartî ne. Hêjmarên berdest nîşan didin ku piraniya welatiyên Tirkmenistanê Tirkmenên etnîkî ne û hindikahiyên mezin ji Ûzbêk û Rûs in. Kêmneteweyên biçûk ji Qazax, Teter, Ûkraynî, Kurd (ji çiyayên Kopêt Dagê ne), Ermenî, Azerî, Belûç û Peştûn hene. Rêjeya rûsên etnîkî li Turkmenistanê ji %18,6 di 1939 de daket %9,5 di 1989 de. CIA World Factbook pêkhateya etnîkî ya Tirkmenistanê di sala 2003 de wekî %85 Tirkmen, 5% Ûzbêk, 4% Rûs û 6% din texmîn kir.[11]
Bajarên ya têr mezin li Tirkmenistanê
listeya bajarên Tirkmenistanê: | |||||||||
---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|
Hejmar | Nav | Parêzgeh | Nîfûs | ||||||
Ashgabat
Türkmenabat |
1 | Aşgabat | Paytext | 947,221 | Daşoguz | ||||
2 | Türkmenabat | Lebap | 279,765 | ||||||
3 | Daşoguz | Daşoguz | 245,872 | ||||||
4 | Mary | Mary | 126,141 | ||||||
5 | Serdar | Balkan | 93,692 | ||||||
6 | Baýramaly | Mary | 91,713 | ||||||
7 | Balkanabat | Balkan | 90,149 | ||||||
8 | Tejen | Ahal | 79,324 | ||||||
9 | Türkmenbaşy | Balkan | 73,803 | ||||||
10 | Magdanly | Lebap | 68,133 |
Zimanan
biguhêreLi Tirkmenistanê piranîya kesên xwe bi zimanê tirkmenî diaxivin wekî parçekî ji zimanên tirknijad e.[12] Tirkmenî li gorî peşbîniyan ji 1.2 mîlyon kes li Îranê[13] û 1 mîlyon kes li Efxanistanê[14] teyê axivtin.
Di başûre paytexte Aşgabatê çando Gund henê ku xelk bi Zimanê kurdî ya zaravayê kurmancî deng dikin.
Galerî
biguhêreÇavkanî
biguhêre- ^ Afanasiev, Vladimir (21 kanûna paşîn 2021). "Deep-water friendship: Turkmenistan and Azerbaijan bury Caspian Sea hatchet | Upstream". upstreamonline.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 21 adar 2024.
- ^ "Asian Countries by Population (2024) - Worldometer". www.worldometers.info (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 21 adar 2024.
- ^ "Turkmenistan - The World Factbook". web.archive.org. 10 kanûna paşîn 2021. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 10 kanûna paşîn 2021. Roja gihiştinê 21 adar 2024.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk) - ^ Zuev, Yury (2002). Early Türks: Essays on history and ideology. Almatý: Daik-Press. p. 157.
- ^ "About this Collection | Country Studies | Digital Collections | Library of Congress". Library of Congress, Washington, D.C. 20540 USA. Roja gihiştinê 31 kanûna paşîn 2023.
- ^ "Seljuk Turks - New World Encyclopedia". www.newworldencyclopedia.org. Roja gihiştinê 31 kanûna paşîn 2023.
- ^ "Seljuq | History & Facts | Britannica". www.britannica.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 31 kanûna paşîn 2023.
- ^ LEVENT, Sibel ÜST ERDEM & Ramazan BÖLÜK-Mehmet Burak ÇAKIN-Sema. "Journal of Turkish Studies". turkishstudies.net (bi tirkî). Roja gihiştinê 31 kanûna paşîn 2023.
- ^ "Kazakstan, Kyrgyzstan, Tajikistan, Turkmenistan, and Uzbekistan : country studies". Library of Congress, Washington, D.C. 20540 USA. Roja gihiştinê 31 kanûna paşîn 2023.
- ^ "https://data.ipu.org/node/178/elections/historical-data-on-women". Parline: the IPU’s Open Data Platform (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 31 kanûna paşîn 2023.
{{cite web}}
: Di
de lînkeke derve heye (alîkarî)[girêdan daimî miriye]|sernav=
- ^ "Turkmenistan". The World Factbook (bi îngilîzî). Central Intelligence Agency. 24 kanûna paşîn 2023.
- ^ "Turkmen language | Alphabet, Turkic Family, & Facts | Britannica". www.britannica.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 31 kanûna paşîn 2023.
- ^ "Iran". The World Factbook (bi îngilîzî). Central Intelligence Agency. 11 kanûna paşîn 2023.
- ^ "The Ethnic Groups Of Afghanistan". WorldAtlas (bi îngilîziya amerîkî). 10 îlon 2019. Roja gihiştinê 31 kanûna paşîn 2023.