Hîrohîto: Cudahiya di navbera guhartoyan de
B robot serzêde kirin: bo:ཧི་རོ་ཧི་ཐོ། |
|
(Cudahî nîne)
|
Guhartoya 13:19, 24 hezîran 2011
Hirohito (bi japonî: 裕仁; bi kurdî: Hîrohîto) (* 29'ê avrêlê 1901; † 7'ê rêbendanê 1989) keyê Japan ê di nava salên 1926 - 1989´î de desthilatî kiriye ye.
Li Japan wekî Shōwa jî tê binavkirin. Hîrohîto beriya Şerê Dinyayê yê II. artêşeke xurt avakir û desthilatiya sîvîlan kêm kir. Artêşa Japan li hundir û derveyî welêt bû xwedî helwesteke êrîşkar. Japan dagirkirina Çînê pêk anî. Artêşa Japan a girêdayî Hîrohîto bi sed hezaran sîvîl kuşt. Di şer de Hîrohîto wekî Hitlerê Asyayê hat binavkirin.
Di şer de Japan têk çû û kapîtûlasyonên mezin xwar. Kontrola artêşê şîkest û li Japan pêvajoya demokrasiyê û pêçandina birînên şer destpêkir. Hîrohîto dîsa li ser text bû. Ew bi xwe kesekê ku ji deryayê hezkirî bû. Wekî hoby berê xwe dida cîhana deryayê. Herçendî bi neyînî be jî rola Hîrohîto di dîroka Japan a nêzîk de gelek girîng û mezin e. Ew di sala 1989´î de ji ber nexweşiyan jiyana xwe jidest dide.